Di maça Batman Petrolê de ji bo Rojava dirûşm hate berzkirin

Parve bike:
ÊLIH - Alîgirên Batman Petrolsporê ya ku Elazigspor bi 2-0 têk bir, di maçê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
 
Batman Petrolspor a ku di Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de ye, li bajarê xwe yê Êlihê bi Elazigsporê re lîst. Batman Petrolspor di beşa yekem de bi gola Rahman Bugra Çagiran 1-0 kete pêş, di beşa duyem de jî bi gola Atabey Çîçek skor kir 2-0. Batman Petrolsporê ku maç bi vê skorê bi dawî kir, puanê xwe yê di lîgê de derxist 54’an.
 
Alîgirên Batman Petrolsporê yên ku stad bi tevahî dagirtibûn, di maçê de bê navber dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.