Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê tabûra leşkerî ava kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatê Şehîdan a Dirbêsiyê, ji bo parastina bajarên xwe tabûra leşkerî ava kir. 
 
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê îro daxuyaniyek da û ragihand ku wan ji bo parastin bajar û herêmê tabûreke leşkerî ava kirine. Daxuyanî li li navenda meclisê ji aliyê endama meclisê Hindiye Bekir ve û bi amadebûna endamên tabûrê, hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ragihandina seferberiya giştî, me malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir. Em ê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku em bigihîjin armancên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kirine û em ê piştgiriya HSD, YPG û YPJ’ê bikin.”