Girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin weşandin
- Rojane
- |
- 23 Çile 2026 17:51
- |
ENQERE - Meclisê, girtekên hevdîtina sê parlamenteran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşand.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Yaman û Cîgira Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, di 24'ê Mijdara 2025'an de, li ser navê Komîsyona Meclisê, serdana Girava Îmraliyê kiribûn û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Kurteya girtekan, di 4'ê Kanûna 2025'an de li Komîsyona Meclisê hatibû xwendin.
Meclisê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê Girteka Hevdştina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di malpera xwe de weşand.