Li jina ku tevî pitika xwe ya 2 meh û nîvî re hat binçavkirin cezayê hepsa malê hat birîn
- Rojane
- |
- 23 Çile 2026 17:42
- |
RIHA - Sevgî Talay ku bi pitika xwe ya 2 meh û nîvî re hat binçavkirin, hat binçavkirin, cezayê hepsa malê hat birîn.
Heşt kesên ku piştî meşa ku di 21'ê Çileyç de li navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê hat lidarxistin, hatin binçavkirin, anîn Edliyeya Wêranşarê. Sevgî Talay ku pitika wê ya 2 meh û nîvî mehî heye û Yakup Kayrup di nav kesên pêşîn de bûn ku ew anîn. Piştî îfadeyên dozger, her du kes sewqî Dadgeha Sulhê hatin kirin.
Li Sevgî Talayê cezayê hepsa malê hat birîn û Yakup Kayrup jî bi tohmeta binpêkirina Qanûna Hejmar 2911'an hat girtin.
Tê payîn ku şeş kesên din ên girtî bînin dadgehê.