Li Qoserê bi hezaran welatî ji bo Rojava meşiyan
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê bi hezaran welatî tev li meşa li dijî êrişên li ser Rojava bûn. Di meşê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê got: “Kurd temînata azadî û demokrasiya Rojhilata Navîn in.”
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava li navçeya Qoser a Mêrdînê bi beşdariya hezaran hat protestokirin. Tevî zêdebûna berfê bi hezaran welatî bi banga Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Azadiyê civiyan. Girse bi dowîzên ku sembola keziyên YPJ’iyan û nivîsa “Jin, jiyan, azadî” li ser bûn hilgirtin. Girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat” meşiyan.
Demokratik Bölgeler Partisi (DBP) Eş Genel Başkanı Çiğdem Kılıçgün Uçar ile DEM Partili milletvekillerinin de aralarında olduğu kitle Kilise Caddesi ve Hastane Caddesi boyunca yürüyerek, Berçem Mahallesinde bulunan Mehmet Sincar Parkı’na kadar yürüyüşlerini sürdürdü.
‘DEMA TÊ GOTIN ROJAVA ŞOREŞ TÊ BÎRA ME’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ji girseyê re axivî û diyar kir ku piştî destpêkirina êrişên 6’ê Çileyê Kurd li çar aliyên cîhanê li ser piyane. Çîgdem Kiliçgun Uçarê ev tişt got: “Silav li Qoser û Mêrdînê tevî herî û berfê xwedî li Rojava derketin. Ne şer, ne jî êrişan têkoşîna gelê Kurd qels nekir. Dema tê gotin Rojava tenê şoreş tê bîra me.”
‘JIN DÊ BI PAŞ DE GAV NEAVÊJIN’
Çîgdem Kiliçgun Uçarê destnîşan kir ku pergala mêr a serdest ji azadiya jinan ditirse û wiha pê de çû: “Kesên pişta xwe didin HTŞ’ê, em bi domdarî bibêjin ‘jin, jiyan, azadî’. Li Rojava nasnameya gelê Kurd û îradeya Kurd e. Kurd temînata azadî û demokrasiya Rojhilata Navîn in. Me duh çawa Kobanê parast em ê îro dîsa biparêzin.”