Li Êlihê ciwanan êriş protesto kirin
- Ciwan
- |
- 22 Çile 2026 23:38
- |
ÊLIH – Êrişên li ser Rojava yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve, ji aliyê ciwanan ve hatin protestokirin.
Ciwanên li Êlihê ku her şev ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, derdikevin kolanan, çalakiyên xwe didomînin. Ciwanên li taxên Îpragaz û Baglarê daketin kolanan, lastîk şewitandin û fîşekên hewayî pêxistin da ku êrişan protesto bikin.