Li Reqayê malbateke 5 kesî hat qetilkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, malbateke Kurd a ji gundê Kork ê li gundewarê Kobanî dema ku dixwestin ji Reqqayê derkevin, kuştin.
 
HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, malbateke Kurd a ji gundê Kork ê li gundewarê bakur-rojhilatê Kobanê dema ku dixwestin ji bajarê Reqayê derkevin, hat qetilkirin. Malbat dema ku dixwest ji hovîtiya komên paramîlîter bireve, hat înfazkirin. Li gorî çavkaniyan, cenazeyên endamên malbatê li ser rê hatine dîtin.
 
Navên endamên malbatê yên ku hatine qetilkirin ev in: "Bav Mihemed Îsmaîl El Salih, dayik Sara Şahîn Salih, Yusuf Mihemed Salih, Leyla Mihemed Salih û zarok Evîn Mihemed Salih."
 
HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, piştî ketina Reqa û Tebqayê li dijî gelek malbatan, bi taybetî malbatên Kurd, sûc û komkujî pêk anîn. Malbat ji ber hovîtiya van komên paramîlîter bi zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin; yên ku nekarîn birevin hatin kuştin.