Li Amedê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' meş

Parve bike:
AMED - Di meş û çalakiya dengderxistinê ya li Amedê de, dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" hat berzkirin.
 
Endamên Platforma Saziyên Demokratîk li taxa Carixli ya navçeya Sûr a Amed kom bûn ku êrişên DAIŞ, HTŞ û hêzên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, şermezar bikin. Di meşê de, dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Girseya ku li dora agir kom bû, çend deqeyan dirûşme berz kir berî ku ber dakeve kuçeyan. Welatiyan jî bi dengderxistinê ji malên xwe tevlî çalakiyê bûn.