STENBOL –DEM Partiyê êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, li navçeyên Bagcilar, Pendîk û Kagithaneyê yên Stenbolê protesto kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Taxa Fatihê ya navçeya Bagcilarê daxuyaniyek da, der barê êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartên "Her der Rojava, her der berxwedan", "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Jin, jiyan, azadî" û "Li Rojava zilm heye" hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Silav, silav, hezar silav ji Rojava", "Rojava dê bibe goristana DAIŞ'ê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bagcilari Nûrten Varlikê ku axivî, daxuyaniyek da, bi bîr xist ku li Sûriyeyê li dijî Durzî û Elewiyan jî êriş hene û got: "Ev êriş berhema aqilekî tarî ne ku tevna civakî ya pir-nasnameyî û pir-bawerî ya Sûriyeyê hedef digire û armanc dike ku gelan li dijî hev sor bike. Gelê Kurd û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî kirine, tekane garantiya aştî, demokrasî û azadiyan li Rojhilata Navîn in."
'BÊDENGÎ HEVKARÎ YE'
Nûrten Varlikê diyar kir ku "Parastina Rojavayê tê wateya parastina mirovahiyê" û got: "Gelê Kurd li hember van êrişan ne bi tenê, bêparastin û bê alternatîf e. Bi îrade û rûmeta dîrokî ya ku berxwedana Kobanê nîşan daye, em bi biryar in ku destkeftiyên Rojava û mafên gelê Sûriyeyê biparêzin. Em li kêleka Rêveberiya Xweser û îradeya gelan a jiyana bi hev re ne. Gelê Kurd dê li hember êrişên bi vî rengî bi ruhekî rêxistinkirî, neteweyî û demokratîk ê yekîtiyê, li ser bingeha mafê xwe yê rewa yê berxwedanê, bisekine. Tu hêz di bindestkirina gelê me de nekarîye û tu hêz jî dê nekaribe. Em bang li hêzên demokratîk ên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû dînamîkên civakî yên pêwendîdar dikin ku nebin temaşevan. Divê berpirsiyariya tavilê ji bo parastina sivîlan were girtin û êriş tavilê werin rawestandin. Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Destûr nedin ku ev êrişên hovane yên li ser gelê Rojava ku xwe diparêze, dubare bibin. Ji ber ku mirovahî dê winda bike."
KAGITHANE
Rêxistina Navçeya Kagithaneyê ya DEM Partiyê jî li Kolana Vatan a Çaglayanê li dijî êrişên li ser Rojavayê nerazîbûn nîşan da. Gelek kes beşdarî xwepêşandanê bûn û pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan, azadî, berxwedan e, teslîm nayê girtin" hat vekirin. Di heman demê de dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" û "Gelê Kurd li gel Rojava ye" hatin berzkirin.
Berdevka Herêma Duyemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Derya Goral ku daxuyanî da, got: "Em bang li serwerên Tirkiyeyê dikin: zîhniyeta DAIŞ'ê ya ku hûn xwedî dikin, qirkirina mirovan û jinan e. Laşê jinan ne qada şer e; destên xwe ji jinan vekişînin."
PENDİK
Rêxistina Navçeya Pendikê ya DEM Partiyê li Taxa Esenyaliyê ya navçeyê li dijî êrişan nerazîbûn nîşan da. Di xwepêşandana girseyî de pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan, azadî, berxwedan e, teslîm nayê girtin" hat vekirin. Dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" gelek caran hat berzkirin. Piştî vê yekê, Hevseroka Navçeya Pendikê Besna Oncuyê daxuyaniyek da û daxwaza rawestandina êrişan kir.