Tevgera Nifşê Nû li Rojavayê ye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Tevgera Nifşê Nû gihîştin Rojavayê. Şande ji aliyê rêveberên PYD'ê ve hat pêşwazîkirin.
 
Şandeyek ji Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe ku ji endamên Tevgera Nifşê Nû pêk tê, gihîşt Rojavayê. Şandeya bi serokatiya Şîvan Seîd, ji Derwêş Elî û Mihdî Xakî pêk tê. Şandeya ku diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Rojavayê li dijî êrişên HTŞ'ê ku dixwaze gelê Kurd tune bike, çûne Rojavayê, ji aliyê Hevseroka Konseya Têkiliyên Gel a PYD'ê Silêman Ereb û endama Ofîsa Têkiliyên Giştî ya PYD'ê Îlham Mihemed ve hat pêşwazîkirin.