Banga beşdarbûnê ji bo meşa li Qoserê: Îro ne roja bêdengiyê ye
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 18:03
- |
MÊRDÎN – Ji bo meşa ku dê sibê li Qoserê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê were lidarxistin, kolan bi kolan bang tê kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo beşdarbûna meşa mezin a ku dê sibê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî êrişên li ser Rojavayê bê lidarxistin, bang kir. Li hemû navçeyên Mêrdînê, bi taybetî li Qoser û Nisêbînê, bang tê kirin û tê xwestin ku sibê saet 13:30'yî de li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê bicivin. Di bangên ku kolan bi kolan tên kirin de wiha hat gotin: "Îro roja xwedîderketina li Rojavayê ye. Îro ne roja bêdengiyê ye. Divê her kes xwedî li Rojavayê derkeve."