Ji YPJ’ê peyama berxwedanê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ’ê yên li Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê peyama berxwedanê dan û gotin dê têkoşîna xwe ya ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bidomînin. 
 
Êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Berxwedana HSD û YPJ’ê ya li dijî êrişan jî berdewam e. Şervanên YPJ’ê yên li Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê tê de tên rargirtin, peyameke bidîmen şandin û bal kişandin ser berxwedanê. 
 
‘WEKE YPJ EM BÛN HÊZA MIROVAHIYÊ’ 
 
Peyama şervanên YPJ’ê wiha ye: “Em, Girtîgeha Eqtanê ku bi hezaran DAIŞ’î tê de tên ragirtin, ji êrişan diparêzin. Ev çeteye li ser ewlehiya cîhanê xetere ne. Em ê li vir ewlehiya cîhanê biparêzin. Ev du roj in tevî her cureyên êrişan jî me ev der terk nekir. Weke YPJ em dizanin ku bûne hêzeke mirovahiyê. Lewma jî em ê heta dawiyê rûmeta mirovahiyê biparêzin. 
 
DIVÊ HER KES BIZANE KU HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê LI BER XWE BIDIN 
 
Bi tank, top û balafiran êrişî me dikin. Em natirsin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Bila dinya, berxwedana li vê derê bibîne. Bila guh bide dengê me. Bila her kes bizane ku ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.”