Civîna HSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dêr Hafirê bi dawî bû
- Rojane
- |
- 16 Çile 2026 20:52
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna li Dêr Hafirê ya di navbera şandeya Koalîsyona Navneteweyî û fermandarên HSDˊê de bi dawî bû. Piştî civînê dewriyeya hevbeş li nava bajêr geriya.
Danê nîvro şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî û fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çûbû bajarê Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê. Li gorî agahiyên ji Dêr Hafirê hatine wergirtin, di navbera koalîsyonê û HSD'ê de civînek hat lidarxistin û piştre dewriyeya hevbeş li nava bajêr geriyan.
Hat diyarkirin ku niha civînek din li bajarê Reqayê di navbera efserên Koalîsyona navneteweyî û fermandarên HSD'ê de tê lidarxistin.
Li eniyên bajarên Dêr Hafir û Meskenê çend rojin ji aliyên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve tên hedefgirtin.