Dema binçavkirina rojnamevan Nedîm Orûç dîsa hat dirêjkirin
- Rojane
- |
- 16 Çile 2026 19:25
- |
ŞIRNEX - Dema binçavkirinê ya nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ê ku li dema li Taxa Nûr a Cizîrê nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, dîsa hat dirêjkirin.
Dema binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ku di 14'ê Çileyê de dema li Taxa Nûr a Cizîrê nûçe dişopandin ji aliyê olîsan ve hat binçavkirin, dîsa hat dirêjkirin. Der barê dosyeya Orûç de ku bi lêdanê hatibû binçavkirin û ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, ji bo 14 saetan biryara sînordarkirina parêzer hatibû dayîn. Piştî biryara sînordarkirinê qediya, Orûç duh hevdîtin bi parêzerên xwe re kiribû. Di dosyeyê de ku der barê wê de biryara veşarî heye, careke din dema binçavkirinê rojekê hat dirêjkirin. Tê payin ku sibê îfadeya Orûç û 4 kesên din bê girtin.