Li Misircê li dijî êrişan meş hat lidarxistin

Parve bike:
SÊRT - Li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser Şêxmeqsûd Eşrefiyê li Misircê meşekî girseyî hat lidarxistin. 
 
Li navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Meşa ku li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Misircê hat destpêkirin heta Şaredariya Misircê domand. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedî derketina mirovahiyê ye. Rojava wijdan e, azadî û berxwedan e. Nayê teslîmgirtin” hat hilgirtin û dirûşmên “Rojava Rojhilat, Kurdistan yek welat e”, “Rojava ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
 
Piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê yê Misircê Naîl Asma axivî û diyar kir ku komên tarî yên ku li Rojava qetlîam kirin, bêyî ferqê bixin nava mêr û jinan êrişî jîngehên sivîl kirin û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku azadiya Rojava ne ya Kurdan tenê ye, temînata pêşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em ji dil bawer in ku bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê li herêmê aramiyê pêk bê.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” ve bi dawî bû.