Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo li ser gora xwe hat bibîranîn

Parve bike:
AMED - Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut di 4’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
 
Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut di salvegera 4'emîn a mirina wî de ew li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê bi bîr anî. Malbata Yilmaz Yakût û hevalên wî yên rojnameger tev li bîranînê bûn. Hevalên Yilmaz Yakût, wêneyê wî û rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Yaşamê danîn ser gora wî. Di bîranînê de di kesayeta Yilmaz Yakût de ji bo hemû şehîdên çapemeniyê û azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
 
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek ê di bîranînê de ewilî axivî. Selman Çîçek qala ked û xebatên Yilmaz Yakût kir û wiha got: “Em îro xwedî li wê kedê derdikevin û mezintir bikin. Bi hezaran nûçegihanên ciwan niha di wê rêya ku wî ronî kiriye de ne. Em ê hewl bidin layiqî vê rêya wî ya heqîqetê bin.”
 
Rojnameger Abdurrahman Gok jî qala pêvajoya nexweşiya wî kir û wiha got: “Me jê re digot ‘Kalo’ lê ne kal bû. 45 salî bû lê ji ber di dema binçavkirinan de gelek îşkence lê hatibû kirin, bedena wî kal bibû lê ruhê wî giyanê wî tim ciwan bû. Ji ber wê yekê ciwanê me bû.”
 
Bîranîn bi danîna gulan a li ser gora Yilmaz Yakût bi dawî bû.