Şandeya Hevpeymana Navneteweyî û HSD’ê gihîşt Dêr Hafirê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku ji hêzên Hevpeyama Navnetweyî û ji HSD’ê pêk dihat herêma Mesekeneyê derbas kir û gihîşt Dêr Hafirê.
 
Di demek êrişên çeteyên HTŞ û SMO’yê li ser Dêr Hefir, Mesken û Bendava Tişrînê didomin de heyetek ji rayedarên HSD û Hevpeymana Navneteweyî pêk dihat çû Dêr Hafirê. Lijne bi konvoyek leşkerî derbasî Reqayê bû û piştre di ser Tebqayê re gihişt Dêr Hefirê. Lijne li vir ji hêla yekîneyên li eniya Dêr Hefirê yên HSD’ê ve hate pêşwazîkirin.
 
Lijneyê ji fermandarên HSD’ê yên li eniya şer agahiyên derbarê êrişan de girtin û li ser rewşa heyî danûstandin kirin. Ligel konvoya bejahî balefirên keşfê û teyare jî bi armanca girtina ewlehiyê li esmanê Dêr Hefirê geriyan.