Ji hikûmeta Alman bang: Li Sûriyeyê vegerin ser maseya muzakereyê
- Cîhan
- |
- 16 Çile 2026 15:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Alman di bersiva pêşnûme pirsa parlamenter Cansû Ozdemîrê ya li ser êrişên li hemberî Kurdên li Helebê banga “vegerin ser maseya muzakereyê" kir.
Parlamenter Cansû Ozdemîr, piştî êriş û komkujiyên ku di navbera 6-10'ê Çileyê de li taxên Kurdan ên li Helebê hate kirin, ji bo bersivdanê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta Alman kiribû.
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatibû kirin: "Hikûmeta Federal têkildarî êriş û şerê giran ê li ser taxên Helebê yên piraniya şêniyên wê Kurd in, nirxandina xwe kiriye? Eger kiribe ev nirxandin çi ye? Her wiha ji bo bidawîkirina tundiya li Sûriyeyê û parastina sivîlan, wê hikumeta federal bi înîsiyatîf tedbîran werbigire? Eger wê werbigire, ev ê çi bin?"
Hikûmeta Alman ev bersiv da:
"Hikûmeta Federal bi fikareke mezin nûçeyên rojên dawî yên li ser bûyerên tundiyê yên li bajarê Helebê şopandiye.
Hikûmeta Federal ji ber vê yekê peymana agirbestê ya dawiya hefteyê ya derbaswbûyî bi kêfxweşî pêşwazî dike û bang li aliyan dike ku di dema herî kurt de ji nû ve li maseya muzakereyê vegerin.
Hikûmeta Federal ev bang rojên dawî hem li pêşiya raya giştî hem jî bi danûstandinên yekser ên bi herdu aliyan re ji aliyên şer re ragihandiye."