HSD: Êrişên HTŞ’ê yên li dijî Dêr Hafirê hatin têkbirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan, êrişên HTŞ’ê yên li dijî Dêr Hafirê têk birine. HSD’ê got ku dewleta Tirk jî di heman saetan de bi SÎHA’yan êrişî Tebqayê kir. 

 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ û Tirkiyeyê yên li ser Dêr Hafirê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku hêzên wan, hewldana pêşketinê ya komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya Sûriyeyê li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir. Her wiha diyar kir ku êrişkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.
 
HSD’ê, destnîşan kir ku SÎHA’yeke Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Bu'asî li gundewarê Tebqayê êrişî xaleke wan a leşkerî kiriye û di encamê de çend şervanên wan birîndar bûne.