Li dijî êrişan ji Îzmîrê bertek: Rêya aştiyê di Rojavayê re derbas dibe
- Rojane
- |
- 14 Çile 2026 09:20
- |
ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî bertek nîşanî êrişên li ser taxên Kurd û Suryanan ên li Helebê dan û gotin: "Rêya aştiya di navbera gelê Kurd û Tirk di Rojavayê re, di naskirina mafên Kurdan re derbas dibe."
Êrişên komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên Kurd û Suryanî lê dijîn, berdewam dikin. Tê gotin ku di van êrişan de nêzî 300 kes hatine qetilkirin, herî kêm 271 kes hatine revandin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Li dijî van êrişan, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyên, meş û çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Herwiha ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Li Îzmîrê jî nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hiqûqnas bi daxuyaniyan bertekên xwe nîşan dan.
Nûneran bi bîr xist ku Sûriye xwedî avahiyekî demografîk e ku ji gelek gelên cuda pêk tê û destnîşan kirin ku divê êriş tavilê werin sekinandin. Nûnerên saziyan diyar kirin ku êrişên li ser Kurd, Elewî, Suryanî û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê, dê bandoreki rasterast li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê bike û ev tişt gotin:
"Me dît ku hikumet, bi HTŞ’ê re di çarçoveya plansaziyekê de êrişên li Helebê bi rêve dibe. Divê ev rewş carekî din were nirxandin. Rêya aştiya di navbera gelê Kurd û Tirk di Rojavayê re, di naskirina maf û statuya Kurdan re derbas dibe."