ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2026'AN

Parve bike:
* Parêzer Cemal Demîr bal kişand ser biryara DMME'yê ya der heqê binpêkirina "mafê hêviyê" de û got: "Ji bo serketina vê pêvajoyê rakirina tecrîdê têr nake divê azadiya fîzîkî jî bê misogerkirin."
 
* Jinên Bedlîsî bal kişandin ser êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û diyar kirin ew ê li dijî êrişan rawestin û gotin: "Wekî jin, em ê her roj derkevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedana hevalên xwe yên jin."
 
* Rojnameger Berîtan Xalidê êrişên li ser Helebê nirxand û got: "Yên ku bi ser ketin û serkeftina xwe îlan kirin, gelên ku heta kêliya dawî vîna berxwedanê nîşan dane, bûn."
 
* Bi tehrîk û beralîkrina Tirkiyeyê, komên paramîlîter sewqî xetên HSD'ê hatin kirin. Tê xwestin ku civakên Ereb li dijî HSD û Kurdan tehrîk bikin û bi rêya provokasyon û kaosê, herêm ji aliyê hundir ve were dagirkirin.
 
* Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî bertek nîşanî êrişên li ser taxên Kurd û Suryanan ên li Helebê dan û gotin: "Rêya aştiya di navbera gelê Kurd û Tirk di Rojavayê re, di naskirina mafên Kurdan re derbas dibe."
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê beriya civîna Meclisa Jinan li navenda giştî ya partiya xwe geşedanên di rojevê de binirxîne. (11.00)
 
* KESK dê îro li gelek bajaran çalakiya berdana kar a ji bo rojekê li dar bixe. Li van bajaran dê têkildarî çalakiyê daxuyanî bên dayin. (11.30-16.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk dê ji bo protestokirina êrişên ser Kurdan dê li ser sînorê Qoser û Dirbêsiyê meşê li dar bixe. (13.00)
 
* Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyê bide. (16.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê dê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Quleya Saetê ya Buca Gedîzê meşê li dar bixe û piştre li avahiya DEM Partiyê ya Bucayê nobeta wijdanê li dar bixe.  (19.00-00.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê dê li dijî êrişî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Taxa Tuzluçayirê ya Mamakê meşê li dar bixe. (19.00)