NAVENDA NÛÇEYAN - Wan, Sêrt, Colemêrg û Şirnex jî di nav de Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barînên zêde gelek bajar hişyar kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 9’ê Kanûnê aşkera kir. Li gorî raporê; li rojhilatê Colemêrg û Şirnexê, li navçeya Berwarî ya Sêrtê û li başûrê Wanê dê barîneke zêde bibare û bi koda zer hişyarî kir. Li dijî encamên neyînî xelkê van bajaran hişyar kir û jê xwest tevdîrên xwe bigirin.
Li Amedê jî mijeke zêde heye û navbera dîtinê heta 20 metreyan jî ket. Ji bo ajokaran banga hişyarbûnê hat kirin.

