Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe

  • rojane
  • 09:26 7 Kanûn 2025
  • |
img

EDENE - Dayikên ku di pêvajoya şer de gundên wan hatin şewitandin, neçarî koçberiyê bûn û zarokên xwe winda kirin, cenazeyên zarokên xwe xwestin û gotin: "Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe."

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi pêş ve diçe, di rojeva civakê de xwedî cihekî girîng e. Malbatên ku di pêvajoya şer a çil salan de gundên wan hatin şewitandin û berdêlên giran dan, bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya bangê û bang li desthilatê kirin ku "ji bo çareserî û aştiya mayînde gav biavêjin".
 
'BILA GOREKE WÊ HEBE'
 
Malbata Oruç, ji ber ku di sala 1993'yan de mala wan a li gundê Alluzê yê navçeya Bismila Amedê hat şewitandin, neçar man koçî Edeneyê bikin. Zehra Oruç (Tamara Şîlan Sîpan) a ku li dijî zextan têkoşiya, di sala 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, lê cenazeyê wê nehat teslîmkirin. Dayika wê Bezo Oruç a ku bi salan e ji bo girtina cenazeyê keça xwe têdikoşe, dixwaze cenazeyê keça wê bidinê û goreke wê hebe.
 
'XWÎN LI GORISTANÊ DERKET'
 
Bezo Oruç, ewilî di sala 2017'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Miduriyeta Emniyetê ya Amedê da û ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê da. Lêbelê, Daîreya Îxtisasê ya Biyolojiyê ya ATK a Stenbolê, di nivîsa 18'ê Tebaxa 2017'an a ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand de got: "Heta niha nehatiye şandin" û diyar kir ku nimûneyên xwînê yên Bezo Oruçê nehatine şandin. Li ser vê yekê Bezo Oruç, di 2018 û 2021'ê de dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Miduriyeta Emniyetê ya Amedê da. Ji ber ku dozgerî û emniyetê berê ji Bezo Orûçê xwîn girtibûn, di serlêdanan de dîsa xwîn negirtin. Dozgerî û emniyetê ji Bezo Oruçê re gotin "Encam nehatiye, bisekinin" û hemû serlêdanên malbatê bêencam hiştin. Lêbelê di 13'yê Gulana 2021'ê de şêniyên bajêr ên çûn Goristana Yenîkoyê ya Amedê, dema beşa "bêkesan" a li goristanê ziyaret kirin, tupên xwînê yên dagirtî û di axê de veşartî dîtin.
 
'DÊ EW KEÇIK BÊ GOR BE'
 
Dayik Bezo Oruç a ku diyar kir ew ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe têdikoşin lê tevî vê yekê jî nagihîjin cenazeyên xwe, da zanîn ku amirekî polîsan li Amedê gotiye "dê ew keçik bê gor be" û ev tişt got: "Em cenazeyê xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila cenazeyê me bidin me û goreke wê hebe. Mafê tu midurê emniyetê tune ye bibêje 'wê gora wê çênebe'. Ma ev ne guneh e? Ji bo Xwedê ma ev heq e? Yê mirî ji gorê ranabe."
 
Bezo Oruçê xwest hemû dayik dest bidin hev û aştiyê bînin vî welatî û wiha pê de çû: "Em aştiyê dixwazin. Em jî gelê vî welatî ne. Heke ev welat xera bibe, tenê ji bo me ne, ji bo me hemûyan û ji bo wan jî xera dibe. Bila girtiyan berdin. Aştî û azadiya me girêdayî Rêberê me ye. Bila Rêberê me berdin."
 
'ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎT'
 
Yek ji dayikên ku li cenazeyê keça xwe digere jî Xeza Ozlu ye.Yek ji wan bi hezaran malbatan e ku di sala 1997an de piştî şewitandina gundê wan, ji gundê Mezrayê yê navçeya Elkêya Şirnexê koçî Edeneyê kirine. Keça Xeza Ozluyê, Sultan Ozlu di sala 1995'an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurd dibe. Xeza Ozlu û 2 zarokên xwe li Edeneyê rastî zext û îşkenceyên giran ên polîsan tên, di sala 2004'an de rastî îşkenceyê tê û 4 mehan girtî dimîne. Xeza Ozlu di sala 2007'an de dîsa tê girtin û 3 salan girtî dimîne. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, bi salan tedawî dibîne. Di sala 1998'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve agahî didin malbatê ku Sultan Ozlu li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye, lê di wê demê de malbat ji ber ewlehiyê nikare biçe Dêrsimê. Ji wê rojê ve aqûbeta cenaze nayê zanîn.
 
'BI MIRINÊ MIROV NAGIHÎJE CIHEKÎ'
 
Xeza Ozluyê rave kir kı 30 sal in aqûbeta keça xwe nizanin wekî dayikekê ji bo aştî were vî welatî û ne gerîla, ne esker, ne jî polîs nemirin têkoşîna aştiyê dide û ew dixwazin li vî welatî wekî xwişk û bira bijîn ev tişt got: "Daxwaza me pêkhatina aştiyê û dayîna cenazeyên zarokên me ye." 
 
Xeza Ozluyê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan, rexne li dewletê girt ku gavên şênber neavêtine û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em baweriyê bi dewletê naynin. 9 meh in tiştek nekiriye. Di 9 mehan de 10 dewlet li hev dihatin. Çima aştî çênebe? Min keça xwe winda kir û cenazeyê wê li holê tune ye, ez aştiyê dixwazim. Bi mirinê mirov nagihîje cihekî. Ez cenazeyê xwe dixwazin, bila goreke keça min hebe û biçim serdana wê. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Bila Rêberê me berdin. Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe."
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen

Sernavên din

15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Rûniştina 2’yan a ‘Konferansa Navneteweyî’ dest pê kir ZINDÎ
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê bi axaftinan didome
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe