WAN - Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê Şahîn Agralî yê ku di salên zanîngehê de ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk bû hat darizandin û ceza lê hat birîn, anî ziman ku 10 sal in ji ber dozan nikare karê xwe bike.
Şahîn Agralî ku gava di navbera 2013-2015'an de li Zanîngeha Mêrsînê xwendekarê Endezyariya Elekrîk-Elktronîkê bû, beşdarî çalakiyên wekî Newroz û 8'ê Adarê bû. Di sala 2015'an de der barê Şahîn Agralî û 22 kesan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi sûcê "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê ve hat qebûlkirin. Di darizandinê de bi heman tawanbariyê li Agralî 3 sal û 8 meh ceza hat birîn. Agralî di sala 2025'an de hat girtin û piştî îtiraza parêzer piştî 4 mehan hat berdan. Piştî parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da, dadgehê biryar da ku girtina Agralî binpêkirina mafan e.
Di îdianameyê de hilgirtina posterê Harûn Ozmen (Devran Amed) ê YPG'Î ku wê demê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû wekî sûc hat hesibandin. Agralî ji ber darizandina ku 10 salan dewam dike, nikare karê xwe bike. Agralî ku li zanîngehê beşdarî kîjan çalakiyê bûbe, ew çalakî wekî sûc hatiye hesibandin û der barê wî de dosye hatiye vekirin. Agralî niha bi îdiaya "sabiqeya wî ya siyasî heye" kar nabîne. Agralî ku niha li ser înşeatê dixebite, ji ber ku nikare karê xwe bike, di warê debarê de zehmetiyê dikişîne.
Agralî diyar kir ku li zanîngehê her gaveke wî sûc hatiye hesibandin û got ku di îdianameya der barê wî de û dozên der barê wî de tu unsûreke sûc tune ye. Agralî got: "Me di sala 2024'an de Newrozê pîroz kir. Beriya wê 8'ê Adarê hebû. Hevalên jin 8'ê Adarê pîroz kirin û beşdariya me ya li van çalakiyan wekî hincet hat nîşandan. Her wiha wê demê Leyla Guven ketibû greva birçîbûnê. Me jî li zanîngehê der barê grevên birçîbûnê de fikirên xwe anîn ziman. Ji ber vê der barê me de doz hat vekirin. Li zanîngehê der baêr min de 6 doz hatin vekirin û paşê xwestin ez bêm cezakirin. Me li zanîngehê mafê xwe yê demokratîk bi kar anî. Me tiştekî ku zirarê bide kesekî nekir. Neheqiyek heye û me li dijî vê bertekeke wijdanî nîşan da. Li zanîngehê hemû çalakiyên me û xebatên me demokratîk bûn. Em li gor pîvanên heq û hiqûqê tevgeriyan. Di 8'ê Adarê de jin dadikevin qadan, tundiya mêr teşhîr dikin û doza azadiyê dikin. Em ji ber ku me piştgirî da jinan vê yekê wekî sûc hesibandin û doz vekirin. Hewl didin me wekî sûcdaran nîşan bidin. Halbûkî li holê bi navê sûc tiştek tune ye. Di îdianameyê de jî tê gotin 'Van kesan yekser sûc nekiriye, lê dibe ku sûc bikin.' Di qanûnê de tiştekî wiha tune ye. Di qanûnê de ya sûc heye yan jî tune ye; orteya her duyan nabe. Her wiha ji ber ku me posterê endamekî YPG'ê yê jiyana xwe ji dest da vekir, ev wekî sûc hatiye hesibandin. Halbûkî wê demê YPG ne di lîsteya 'terorê' de ye. Lê dîsa jî vê yekê wekî sûc hesibandine. Ji bo em sûcdar nîşan bidin, îdianame amade kirin. Ev îdianame, ji bo em li axa xwe wekî koçberan bijîn, nexebitin hatiye amadekirin."
Agralî da zanîn ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn-biryarê xera kiriye, dosye ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin û got ku ji ber ku fikr û ramanên xwe bi azad û demokratîk aniye zimên hatiye cezakirin. Agralî got: "Ji ber vê dozê hatim girtin. 4-5 mehan di girtîgehê de mam. Lê piştî îtirazê hatim berdan. Dosyeya min ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Dadgeha Bilind cezayê min erê kiribû lê Dadgeha destûra Bingehîn vî cezayî xera kir. Dadgeha Destûra bingehîn got ku ev ceza li dijî hiqûqê ye û biryar dabû ku ji nû ve were nirxandin. Niha dosye dîsa li Dadgeha Bilind e. ger biryara Dadgeha Destûra Bingehîn esas bê girtin, divê Dadgeha Bilind jî vê biryarê qebûl bike. Tiştên ez pê têm tawanbarkirin hemû pûç in."
Agralî bilêv kir ku ji ber dozên ku di dema zanîngehê de lê hatine vekirin nikare karê xwe bike û got ku 10 sal in bi vî awayî tê cezakirin û nikare pîşeya xwe îcra bike. Agralî diyar kir ku ew niha li ser îneşatan dixebite û nikare debara malbata xwe bike.
MA / Zeynep Dûrgût
