NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyi de, li gelek bajaran daketin qadan û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber 25'ê Mijdarê, ji bo karmendên jin ên şaredariyê semînerek li dar xist. Di semînera ku li Salona Meclîsa Şaredariyê hat kirin de, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Îrem Îlhan, derbarê mijarên "Tundiya Li Ser Jinan", "Cureyên Tundiyê" û "Qanûna Hejmar 6284 ya Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta Li Dijî Jinan" de pêşkêşî kir. Îrem Îlhan, di pêşkêşiya xwe ya li ser cureyên tundiyê de, bi taybetî bal kişand ser bûyerên tundiya dîjîtal ên ku di salên dawî de zêde bûne.
Piştre der barê Qanûna Hejmar 6284 de agahî da û tekez kir ku ne tenê jinên rastî tundiyê hatine, lê jinên di bin metirsiya tundiyê de ne, endamên malbatê û zarok jî dikarin ji qanûnê sûd werbigirin.
Piştî pêşkêşiyê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbûz Sûmer axivî û girîngiya mekanîzmayên heyî yên di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de destnîşan kir. Herwiha got ku jinên rastî tundiyê hatine an jî di bin xetereya tundiyê de ne, dikarin her dem xwe bigihînin wan.
AGIRÎ
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Agiriyê bi jinan re li hev civiya. Çalakvana TJA’yê Dîlan Başboga di civînê de axivî û diyar kir ku jin rûbirûyê tundiya sîstematîk û polîtîkayên bêcezatiyê ne û wiha got, “Em ê bi piştevaniyê pêşeroja tarî ya ku zîhniyeta serweriya mêr ji jinan re pêşkêş kiriye, serûbin bikin. Jinan di civînê de, zextên ku di jiyana rojane de rûbirû dimînin, parve kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.”
Hevdîtin bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
EDENE
Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Edeneyê û TJA’yê, ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê şand. Endama TJA’yê Şukran Efeturk di daxuyaniya li pêşiya Şaxa Komarê ya PTT’ê de axivî û wiha got: “Em piştgirî didin têkoşîna girtiyên jin.”
Piştî daxuyaniyê, jinan qert dan postayê.
MÛŞ
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li bajarê navçeya Kop a Mûşê bi sernavê, “Îdeolojiya rizgariya jinan” li bajarokê Leterê xebata atolyeyê kir.
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor îşaret bi girîngiya komunên jinan kir û diyar kir ku divê li ser bingeha rêxistinbûna jinan ev were esasgirtin. Piştî axaftinan pirs hatin bersivandin.
