Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de

img

ENQERE - Omer Ocalan kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û got: “Serok got ku gel dikare tev li pêvajoyê bibe û gavan bi dewletê bide avêtin. Her wiha tevlibûna CHP’ê ya pêvajoyê gelek biqîmet dibîne.” 

Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, tevî endamên din ên malbatê, li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Omer Ocalan, têkildarî hevdîtinê axivî û got ku piştî bi salan cara ewil Fatma Ocalan jî di hevdîtinê de cih girt. Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ew li eywanê pêşwazî kiriye. 
 
Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bi taybet jî xizm û derdora xwe ya di dema zarokatî û ciwantiya xwe de bi hev re li gund mabûn pirsiyaye û got: “Bîranînên xwe vegot. Her wiha ji xwişka xwe Fatma Ocalan jî xwest ku bîranînên xwe yên zarokatiyê vebêje.” Omer Ocalan, bi bîr xist ku di salekê de cara 5’an e bi Abdullah Ocalan re hedîtinê dikin û got ku li gorî hevdîtinên ewil, vêcarê Abdullah Ocalan bêhtir bi mirûz û tendurist dîtiye. Omer Ocalan, wiha domand: “Ji hêla fîzîkî ve baştir xuya dikir. Bandora fîzîkî ya tecrîdê di hevdîtinên berê de bêhtir ferq dikir. Di hevdîtina 31’ê Cotmehê de me gelek bitendurist, bimirûz û bicoş dît. Em enerjiyê ji wî digirin û mirûzê me xweş dike. Me motîve dike, pêşniyaran dike. A rast dikarim bibêjim, rewşa wî bihêz bû.”
 
'TECRÎD DIDOME’ 
 
Bi domdarî Omer Ocalan diyar kir ku tecrîd hêj didome lêbelê Abdullah Ocalan zêde xwe nade ber pirsên têkildarî xwe de û wiha domand: “Serok, têkildarî xwe nirxandinan nake. Ji bo pêvajo bidome gelek fedekariyan dike. Heke em niha bibêjin ‘Qanûnên Înfazê li Îmraliyê di meriyetê de ne.’ Ev ne tiştekî rast e. Ev bi aşkerayî tê zanîn. Em dizanin ku ev hevdîtin bi boneya pêvajoya siyasî ye. Li Tirkiyeyê gelek girtîgeh hene û kêm zêde qanûnên înfazê li van girtîgehan tên cihbicihanîn. Bêguman li girtîgehên din jî pirsgirêk hene lêbelê li Girtîgeha Girava Îmraliyê, tecrîda herî giran a sedsalê di meriyetê de ye. Derhiqûqtî herî zêde li vir tê kirin. Ger gotin di cih de be hatiye îzolekirin. Bêguman di çarçoveya hevdîtinên malbatê de me di nava salekê de 5 hevdîtin kirin. Ji hêla zagonî ve, ji hêla qanûnî ve pêwîstiyên qanûna înfazê nayên cîbicîkirin. Lê heke em pirsa gelo tecrîda topyekûn hêj didome bikin, ez ne di wê noqteyê de me. Rewş hinek sivik bûye lê tecrîd ji hin aliyan ve hêj didome. Hatin û çûna parêzer û şandeyan, ya malbatê heye. Lêbelê li gorî me ev têr nake.” 
 
‘HEWCEYE DEWLET WÊREKTIR BE’  
 
Omer Ocalan, got ku hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û guherandin. Ocalan, wiha domand: “Niha li wir lîderek, muxatabê sereke yê pirsgirêkê heye. Divê hikûmet şertên xebata wî biafirîne. Rastiyeke hikûmet û dewleteke xwedî îdiaya çareserkirina pirsgirêkê heye. Raya giştî jî dizane ku aliyekî meseleyê Serok e. Divêtin ku rayedar jî di vê çarçoveyê de bêhtir wêrek tevbigerin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET VÊ RASTIYÊ BIBÎNE’ 
 
Bi domdarî Omer Ocalan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd zêdetirî sed sal in didome û 52 salên wê jî bi têkoşîna bi pêşengtiya Abdullah Ocalan didome. Omer Ocalan, got hewceye dewlet vê rastiyê bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Madem têkiliyên Kurd û Tirkan dispêrinên kûrahiyekî dîrokî, madem qala dîrokeke hezar salî dikin, wê demê hewceye hûn vê meseleyê di noqteyekê de çareser bikin. Divê ku îradeyeke siyasî ya ku vê cisaret û ferasetê nîşan bide derkeve holê. Ji ewil divê şertên li Îmraliyê bên başkirin. Piştre jî bi rê û rêbazên cuda, derfetên xebateke azad ên Serok ava bikin. Ev yek ji bo me, gelê me û partiya me gelek girîng e.” 
 
‘LI GIRAVA ÎMRALIYÊ TU GUHERTIN NÎNIN’  
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Omer Ocalan anî ziman ku di şertên Îmraliyê de tu guhertin nînin û wiha pê de çû: “Ev saleke diçim û têm. Cihê em hevdîtinê lê dikin her tim heman cih e. li Girava Îmraliyê tu guhertinek nîne. Di şert û mercên Serok de tu guhertin nînin. Em nizanin dê di dema pêş de çi bibe. Bêguman heke pêvajo bi ser keve, pêş bikeve divê ev mijar tevek jinûve bên nirxandin.” 
 
Di berdewamê de Omer Ocalan da zanîn ku têkildarî biryara vekişînê ya hêzên gerîla û bertekên erênî agahî bi Abdullah Ocalan re parve kiriye û wiha got: “Serok jî got ku bi vê geşedanê re derfet çêbûne. Ji me re got; ‘êdî derfetên we yên xwerêxistinkirinê çêbûn. Divê hûn tevî gelê me vê pêvajoyê birêxistin bikn. Divê ev pêvajo bi tevlibûna gel were birêxistinkirin. Heke hwece bike bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund, tax bi tax, derî bi derî vê pêvajoyê vebêjin û modela em dixwazin ava bikin ji gel re vebêjin.’” 
 
‘GEL DIVÊ DI NAVA PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRE’  
 
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan, daxuyand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye ku dewlet li şûna li ser gavên hewce dike biavêje bisekine, li ser gavên ku Kurd û tevgera siyasî ya Kurd diavêje disekine û wiha axivî: “Di esasê xwe de pir wate dide rêxistiniya cewherî û rêxistiniya civakî. Bi xwe vê rewşê wiha vedibêje; ‘Belê, dema me ewil dest pê kirî hejmara peyvên me bi kar tîna kêm bûn. Li ser zimanê me çar pênc peyv hebûn. Derfet tune bûn. Em ji wan rojan gihaştin van rojan. Niha li gelek deveran gelek derfet hene. Hêza me heye ku li her derê siyasetê bikin. Ev derfet hatine afirandin. Divê hûn vê pêvajoyê tevî gel birêxistin bikin. Ne tenê meseleyeke ku sazî tenê bikarin çareser bikin e. Hewceye gel jî di vê pêvajoyê de cih bigire. Pêwîst e ji bo pergala civakî ya ku em li aliyekî pêvajoyê birêxistin dikin û li aliyekî jî ava dikin sûdewer be.’ Bi giştî nêzikatiya Serok bi vî rengî ye.” 
 
‘POTANSIYELEKE MEZIN A KURDAN HEYE’ 
 
Omer Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye potansiyeleke mezin ê Kurdan li Rojhilata Navîn heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku di heman demê de hêzekî demokratîk in û xwedî wê ferasetê ye ku pergalekê ava bikin. Têkildarî bêbaweriya gel a li dijî pêvajoyê jî nirxandin kir. Serok, wateyeke pir mezin dida zanatiya gel. Serok digot ‘gel mafdar e.’ Qedr û qîmetekî mezin dide tecrûbeya gel, zanîna gel. Lêbelê rastiyek heye ku tenê kesên li dijî hev şer dikin dikarin aştiyê bikin. Serok, ji bo ev şer, ev pevçûnên heyî heta hetayê nedomin, înîsiyatîfeke mezin li xwe girtiye. Hewl dide dewletê jî bikişîne ser vê xetê. Serok pir baş dizane, beşekê dewletê jî dizane; Serok carînan behsa ‘dewleta îllegal’ dike. Hewceye em li dijî van hişyar bin. Ji gotinê zêdetir pratîk girîng e. Ji bo me ya girîng ev e.” 
 
‘DAXILBÛNA BI ZIMANÊ XWE, BI NASNAME Û ÇANDA XWE YE’ 
 
Bi domdarî Omer Ocalan, wiha got: “Serok behsa hinek bîranînên xwe dike; ‘Dema ez zarok, li ber dîwarê mizgefa Amarayê rûniştim. Kesekî kal li wir hebû. Dema me behsa hêmaya Kurdbûnê dikir, ji min re got; ‘Gelo ma tu dikarî ruh bidî vî texteyê hişk bûyî? Têkoşîna te jî ev e.’ Kedeke mezin, bedelên mezin û têkoşîneke siyasî ya mezin hate dayin. Yên niha li ser navê Kurdayetiyê siyasetê dikin jî divê rêzê ji bo vê mîrateyê bigirin û xwedî lê derkevin. Ez, entegrasyona demokratîk bi aşkerayî vebêjim; tê wê wateyê ku dewlet we bi nasnameya we, bi çanda we, bi fikra we, bi erdnîgariya we, bi welatê we, bi baweriya we qebûl bike. Yanî nayê wê wateyê ku hûn dev ji nasnameya xwe berdin, dev ji zimanê xwe berdin, dev ji xwebûna xwe berdin, dev ji baweriya xwe berdin û tev li dewletê bibin.’” 
 
‘DÊ LI SER ESASÊ KOMARA DEMOKRATÎK DAXIK BIBE’ 
 
Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke Kurd tev li Komara Tirkiyeyê bibin, ev tevlibûn dê li ser esasê komara demokratîk bibe. Ji hêla têgehî ve navê vê, entegrasyona demokratîk e. Gelê Kurd tevî cudahiyên xwe dikare daxilî dewletê bibe. Ev sedsal e daxwaza gelê Kurd jî ev e. Di pergala Osmaniyan de, bi sedan salan bi xwebûna xwe jiyan e. Lêbelê rastiya Serokatiyê heye ku Kurdayetî zindî kir, rakir ser pêyan û hêmaya Kurdîtiyê derbasî astekî nû kir. Serok, formûla pêkvejiyana Kurd û Trkan, Kurd û Ereban, Kurd û Farisan, Kurd û Sûriyeyiyan çêkiriye. Di heman demê de Kurd di nav xwe de miletekî gelek dewlemend e. Kurdên Elewî hene, yên Êzidî hene, yên Sunî-Îslamî hene. Vê rêbaza têkoşînê, hemû Kurd li dora heman maseyê civand.” 
 
‘SEROK GOT KU SÛRIYEYÊ DIŞOPÎNE’
 
Omer Ocalan, daxuyand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gelek caran der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewce dike rayedarên Komara Tirkiyeyê terka hînbûnên xwe yên sed sal in didome bikin. Gelê Kurd dijminatiyê li tu gelan nake, dijminatiyê li dewletê nake. Kurd, dixwazin hebûn û nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn û biparêzin. Nûnertiya hêzeke demokrasiyê ya potansiyel dikin. Kurdan, tu carî bişaftin li tu gelan ferz nekirin. Tenê hewldane xwe biparêzin. Ji bo Sûriyeyê jî ev yek derbasdar e. Serok, têkildarî Sûriyeyê got; hewceye pergala Kurd li wir ava dikin bandorê li Şamê bike. Dibêje ku hewceye hedef ew be ku ji hêla pergalê ve bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Heke ev pergal li Sûriyeyê were avakirin, Sûriye dê bibe welatekî ku jiyan lê pêkan be. Tirkiye dikare fikar û hînbûnên xwe bi muxatabên wê re nîqaş bike. Wisa texmîn dikim ku di vê mijarê de bi Serok re bi berfirehî diaxivin. Min geşedanên dawî bi Serok re parve kir. Serok, got ku Sûriyeyê dişopîne.” 
 
‘DI MIJARA SÛRIYEYÊ DE LI SER HEMAN XETÊ YE’ 
 
Omer Ocalan, da zanîn ku Kurd di mijara Sûriyeyê de hêj xwedî heman helwestê ne û wiha pê de çû: “Hewceye meseleya Sûriyeyê bi Sûriyeyê re bê çareserkirin. Sûriye jî welatekî serbixwe ye û divê Tirkiye jî li gorî vê hesas nêz bibe. Divê gelek mudaxilî karên navxweyî nebe. Heke têkiliyek were pêşxistin, li wir rayedar, siyasetmedar û pêşengên Kurdan hene. Ji Ahmet Al-Şara zêdetir, dikarin bi Mazlum Ebdî re hevdîtinê bikin. Dikarin bi Îlham Ehmedê re hevdîtinê bikin. Ev der, ew cih e ku ji bo her kesî bûye model û çavê hemû dinyayê li ser e. Divê Tirkiye jî di vê mijarê de sûdewer be. Heke hesasiyeteke wan hebe, bila bi rayedarên HSD’ê re pêwendiyan danin. Ev yek girîng e. Her kes dikare şer bike, bi sê gotinan dikare xerab bibe lê ava kirin, meseleya vîzyonê ye. Serok jî fikrên xwe yên têkildarî Sûriyeyê di demên berê de bi aşkerayî gotibû. Bêguman mijarên weke şêweyê rêvebirinê, zimanê wê, di van mijaran de Serok pozîtîf û çêker e.” 
 
‘MÎNA RONAHIYA ÇAVÊ XWE DIPARÊZE’ 
 
Omer Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo domandina pêvajoya heyî ji her kesî bêhtir kedê dide û têdikoşe û wiha dom kir: “Mîna ronahiya çavê xwe diparêze. Sûriye jî di nav vê de ye. Hêvîdarim ku di demên pêş de alî bên gel hev û di mijara Sûriyeyê de xwedî nêrîneke erênî bin. Heke hûn bixwazin welat mezin bikin, hûn mecbûr in silha xwe bi Kurdên her çar parçeyan re bikin. Hewceye êdî Tirkiye li ser van meseleyên navxweyî û zimanê Kurdan nîqaşan neke. Ji bo bikare cidîtir û wêrektir li pêşerojê binêre, divê vê meseleya navxweyî çareser bike. Hûn nikarin li Bakur pêvajoya aştiyê, li Rojava jî pêvajoyeke cuda bimeşînin.” 
 
‘GELEK QÎMETÊ DIDE TEVLIBÛNA CHP’Ê’
 
Omer Ocalan, nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî cihgirtina CHP’ê ya di nava pêvajoyê de jî wiha vegot: “Serok, cihgirtina CHP’ê ya di pêvajoyê de pêwîst dibîne. Hewceye nekeve xefikan û guh nede tehrîkan. Ev pêvajo ne pêvajoya AKP û MHP’ê ye; pêvajo tevahiya dewletê eleqedar dike. Qedr û qîmeteke mezin dide cihgirtina CHP’ê ya di pêvajoyê de. Wiha mezin dibe. Di nava CHP’ê de kesên demokrat jî hene. Kesên erênî difikirin jî hene. Yên tehrîk dikin jî ew kes in ên di dojehê de. Hin kes hewl didin pêşiya bidawîbûna şer bigirin. Di esasê xwe de tiştên pir ecêb diqewimin. Di nava salekê de hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk ev mijar ji nêz ve şopandin. Divê gelê Tirkiyeyê vê jinêz ve bişopînin. Pirsa ‘PKK çima siyaseta demokratîk derdixe pêş û çekan ji dewrê derdixîne?’ Divê gelê me li dijî vê hişyar be. PKK û Serok, ev 32 sal in ji bo çekan bidin aliyekî û siyaseta demokratîk çalak bikin têdikoşin.” 
 
'DIVÊ DEWLET WÊREK BE’
 
Omer Ocalan, da zanîn ku yek ji tiştên herî zêde Abdullah Ocalan daxwaz dikir jî avakirina komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bû û got: “Dixwaze tevahiya civakê bibe parçeyeke vê pêvajoyê. Her çend kêmasiyên wê hebin jî, bandora xwe winda kilribe jî, saziya herî navdar a Tirkiyeyê Meclis e. Wateyê li vir bar dike, bi qîmet dibîne. Dibêje ku zemîna rewatiyê ev der e. CHP’ê jî ev gelek xwest. Serok, dixwaze tiştên di 52 salan de qewimîn ji komîsyonê re vebêje. Bêguman ji bo pêşerojê jî dixwaze. Dixwaze êdî tiştên wiha neyên jiyîn. Dixwaze çanda demokrasiyê were avakirin. 
 
Hûn ê niha li her kesî guhdarî bikin. Lêbelê di mijara guhdarîkrina muxatabê esasî yê vê meseleyê, bi muxatabê herî rewa re hûn ê hesasiyetan nîşan bidin. Ev tişt nayên fêmkirin. Divê dewlet wêrektir be, cidîtir tevbigere û gavan biavêje. Hewceye bi Serok re hevdîtinê bikin û wêrek bin. Divê dewlet xwe ji tu tiştekî nede paş û gav biavêje. Pergaleke nû, pêvajoyeke nû, zimanekî nû... Divê ji her alî ve nûbûnekî deyne pêşiya xwe.” 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin