AMED – Şaxa Odeya Plansazan a Amedê, li dijî plana îmarê ya rantparêziyê ya li Newala Qeseban serî li dadgeha îdarê da.
Şaxa Odeya Plansazan a Amedê (ŞPO) ya girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), têkildarî plana îmarê ya Şaredariya Sêrtê ku di rêveberiya qeyûm de ye, serî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da. Di serlêdanê de bal kişandin ku revîzyona îmarê ne li gorî Rêziknameya Avakirinê ya Planên Cih e.
FIKRÊN SAZIYÊ NEHATE PIRSÎN
Têkildarî revîzyona îmarê ya di rêziknameyê de wiha hate destnîşankirin: “Plan ji bo berjewendiyên raya cemawerî tên çêkirin. Di çêkirina planê de divê ji bo beşdariya planê rapirsî, lêkolîna ji raya cemawerî, civîn, komxebat û fikrên saziyan bê pirsin. Di amadekirina revizyona planê de divê analîz û lêkolîn bêkirin.”
HEJMARA ŞOPANDINÊ NÎNE
Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku pîn a îmarê (hejmara guhertinên planên îmarê û revizyonê) nehatiye nivîsîn. Midurîyeta Giştî ya Plansaziyê ya Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ev plan di rêziknameya ya di 31’ê Kanûnê de nelirê dîtibû.
"PÊVAJOYEKE NEQANÛNÎ HAT RÊVEBIRIN"
Hat destnîşankirin ku plan bêyî hejmareke pînê hatiye rawestandin, û ev tişt hate gotin: "Plana ku niha hatiye rawestandin bendên rêziknameya jorîn bin pê dike û ne divê nehata rawestandin." Hat detnîşankirin ku plana îmarê wekî planeke fermî nayê hesibandin" û wiha hate diyarkirin: "Sedema rawestandina plana sereke ya revîzyonê û plana îmarê ya bicîhkirinê ya revîzyonê di heman rojê de nehatiye ravekirin. Wisa xuya dike ku pêvajoyeke rawestandina neqanûnî jî hatiye rêvebirin."
Di serlêdanê de daxwaza rawestandina pêkanînê û betalkirina planê hate kirin.
ÇI QEWIMÎ BÛ
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de li Sêrtê şaredarî ji qeyûmê wergirt, biryarên îmara herêma Newala Qesaba ji bo di 7’ê Hezîrana 2024’an de betal kir.
Piştî ji nû ve tayînkirina qeyûmê Şaredariya Sêrtê, biryareke bi heman rengî di 11’ê Nîsanê de hat dayîn. Guhertina planê rê li ber avakirina avahiyên 5 heta 8 qatî li Newala Qesaba vekir.
Newala Qesaba wekî cihê goristana komî ya kesên ku di komkujiyên li dijî Kurd û Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane tê zanîn. Newala Qesaba, ku bûye mijara gelek stran, pirtûk û fîlman , li nêzî navenda bajarê Sêrtê ye û li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser rûberek 405 dekarî ye.
MA / Berîvan Altan