'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane' 2020-02-26 09:50:19 MÊRSÎN – Gokhan Şeremet, ji ber deynên xwe yê bankayê û ji ber betal bû, dawî li jiyana xwe anîbû. Bavê wî Muslum Şeremet, diyar kir ku hê jî banke telefonî wî dikin û deynê xwe dixwazin. Hevjîna wî Hacîre Şeremet jî anî ziman ku karmendên heczê gelek caran hatine mala wan. Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û ji ber betaliyê heta niha gelek kesan dawî li jiyana xwe aniye. Yek ji van kesan jî bavê 5 zarokan Gokhan Şeremet bû. Bav Muslum Şeremet, anî ziman ku di sala 2017'an de wî û kurê xwe 300-400 hezar TL kredî kişandine û dest bi karê zêrkariyê kirine, lê belê salek şûn de top avêtine û ji ber deynan û betaliyê derûniya kurê wî nebaş bûbû. Şeremet, got: "Piştî me top avêt, me xanî, wesayît hema bêje me her tiştê xwe firot lê dîsa jî me nikaribû deynê xwe bide. Ji wê rojê ve derûniya kurê min xera bû. Bi ser de jî demeke dirêj betal ma. Me texmîn dikir wê întihar bike. Yanî me dizanibû wê bi awayekî zirarê bide xwe. Ji xwe derman jî dixwarin. Demekê li Nexweşxaneya Başkentê ya Edeneyê tedawî bû. Ji bo kurê xwe li kar digeriyam. Lê me çi kir jî me karek nedît. Kurê min di xaniyê bi kirê de bû. Kirêya wî hezar û 500 lîre bû. Bi ser de heqê ceryanê, av û mesrefên zarokan... Ji ber vê kurê min dawî li jiyana xwe aî. Em êşiyan bira kesekî din neêşe."   ‘HÊ JÎ BANKE TELEFON DIKIN'   Şeremet, anî ziman ku ji ber ku texmîn dikirin wê kurê wan zirarekê bide xwe serî li walîtî û emniyetê dane, lê belê her du cih jî tiştek ji wan re negotine û got: "Rojekê kurê min winda bû. Em çûn qereqolê, lê aliyê me nekirin. Tim hezc dihat malê. Me şîna wî danî. Lê hê jî banke li me digerin deynê xwe dixwazin."   ‘DU CARA XWEST ÎNTIHAR BIKE'   Hevjîna wî Hacîre Şeremet jî anî ziman ku heta hevjînê wê top neavêtibû jî baş bû û got: "Lê ji ber deynan nexweş ket. Piştî deynan rewşa wî pir xirab bû. Du caran hewl da întihar bike. Carekê jehr carekê î heb xwarin. Her du caran jî me madeya wî şûş. Piştî nexweş ket, êdî jê ditirsiyam. Gava me wî bir nexweşxaneyê bijîşk got, 'dibe ku ziraarekê bide we jî'. Pir zû aciz dibû. Bûbû şîzofrenî. Bijîşk wisa digot. Çi bû, piştî deynan bû."   Şeremet jî anî ziman ku banke tim telefonî wan dikin û got, karmendên heczê gelek caran hatine mala wan, lê belê ji ber ku tiştek li malê tuneye çûne.     MA / Ergîn Çaglar