Xarpêt cardin hejiya 2020-01-25 20:17:25       XARPÊT - Li Sîvrîceyê erdhejeke din çê bû. Vê carê pileya erdhejê 5.1 bû.    Li Xarpêtê ku ji duh ve erdhejên peyhate çê dibin, vê êvarê erdhejeke din çî çê bû. Navenda erdhejê dîsa Sîvrîce bû û vê carê pileya erdhejê 5.1 bû. Erdhej saet li dor 19.30 çê bû.   Duh êvarî li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejeke pileya wê 6.8 çê bûbû û di erdhejê de 22 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ji hezarî zêdetir jî kes birîndar bûbûn.