Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da 2020-01-24 17:34:37       STENBOL - Li Kadikoyê karker Raşît K. ku dema ceryana avahiyekê çê dikir, ji qata 9'an keta xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Sûadiye ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, îro saet li texma 14.00'an karker Raşît K. (55), gava ceryana avahiyekê çê dikir ji qata 9'an ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.