Polîsan li Amed û Agiriyê 10 kes binçav kirin 2019-12-06 14:07:22   AMED /AGIRÎ - Polîsan li Wan û Agiriyê bi ser gelek malan de girt û 10 kes binçavkirin. Polîsan li Amedê 3 jê HDP'î bi giştî 4 kes, li Panosa Agiriyê jî 6 HDP'î binçav kirin.    Polîsan li Amed û Agiriyê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 10 kes binçav kirin. Polîsan li Navçeya Sûrê ya Amedê Hevserokê HDP'a Sûrê Zulfikar Odabaşî, Rêveberê HDP'a Bajar ê Amedê Mehmet Sait Demir, rêveberê HDP'ê yê Bajar ê Amedê yê berê Mehmet Nesim Gultekin û kesekî din binçavkirin. Polîsan 4 kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Amedê.    AGIRΠ   Polîsan li navçeya Panosa Agiriyê jî di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Heverokê HDP'a Panosê Ahmet Ege û Endamên HDP'ê Kadir Ege, Naim Durak, Cevdet Can, Cemil Can û Endamê meclîsa bajar ê HDP'î Kutbettin Ozgun binçav kirin. Polîsan 6  kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Panosê.