Piştî 4 mehan cenazeyê Davût Ecer dan 2019-10-17 11:19:22 EDENE - Cenazeyê Davûrt Ecer ku li Amanosan di êrîşa SÎHA'yê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan radestî malbata wî kirin.  Cenazeyê Davûrt Ecer ku di 10'ê Tirmeha 2019'an de li Çiyayê Amanosê yê navçeya Dortyolê ya Hatayê, di êrîşa Amûra Bêmirov a Hewayî ya bi Çek (SÎHA) de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku hatibû parçekirin, ji aliyê malbatê ve nedihat teşhîskirin. Ji ber vê yekê testa DNA'yê li ser cenaze hat kirin û piştî 4 mehan, îro li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê (ATK) radestî malbata wî hat kirin. Malbat ji bo ku cenazeyê kurê ve veşerê, ji Edeneyê ber bi Colemêrgê ve derket rê. Dê cenaze li gundê Aşût ê navçeya Çelê bê veşartin.