Tê payîn Serokê KKP’ê Çîftyurek derxin dadgehê 2019-10-17 10:37:08 AMED – Tê payîn îro Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek ê duh hatibû binçavkirin derxin Dadgeha Amedê.  Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek duh di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Îfadeyên Çîftyurek ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê temam bû. Çîftyurek bi hêncetên axaftinên wî yên derbarê tayînkirina qeyûman de û derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” tê sûcdarkirin. Tê payîn îro Çîftyurek ji bo îfade bide dozgeriyê derxin Dadgeha Amedê.