Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa TSK'ê meşiyan 2019-10-10 20:56:56   MEXMÛR - Ji bo şermezarkirna êrîşa TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhiatê Suriye, bi hezaran şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li kolanan kom bûn û dest bi meşê kirin.   Ji bo şermezarkirna êrîş û operasyona TSK'ê ya li ser Bakur Rojhiatê Suriye, bi hezaran şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî dest bi meşê kirin. Meş ji ber deriyê Şaredariya wargehê despêkir. Di meşe de alên PKK, KCK, YJA-STAR, YPG û YPJ'ê hatin rakirin. Di  meşê de pankartên "Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê hilweşne û Kurdistanê azad bike, Serî Hilde, şer bike û Rêber Apo azad bike" hatin rakirin. Di meşe de bê navber dirûşmên; “Şer şer şer ji bo azadiyê şer, Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Rojavayê Kurdistanê, çerxa Şoreşê û bimre îxanetkar û nuker” hate berzkirin. Meş heya cihê navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir. Girse li vir daxuyani da çapemeniyê. Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Leheng Kara daxuyani xwend û wiha got: Tirkiyeyê vê carê jî êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Dewleta Tirk bi êrîşên nemerdane êrîşî gelê Kurd dike. Êdî kêr gihaye hestî. Êdî weke ciwan em ê serî li hember dewleta Tirk netewînin. Em bang li ciwanên Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ciwanê Ewrûpa dikîn ku bên em bi hevre li dijî dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê bikîn. Em hemû ciwanan vedixwînin li dijî dagirkeriyê tevlî berxwedanê bibin.” Piştre bi  dirûşman meş bi dawî bû.