Rojnameger Kalnoky: Operasyon ji bo Tirkiyeyê stratjiyek bi talûke ye 2019-10-10 12:22:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamegerê analîstvan Boris Kalnoky bandora operasyona li dijî Rojava ya li ser navnetewî nirxand û got “Heke axa kurdên Sûriyê bi ser axa Tirkiyê ve were berdan wê ji Tirkiyê re bibe stratejiyek bi talûke.”  Rojnamevanê xwedî tecrûbe yê analîstvan Borîs Kalnoky bandora operasyona li dijî bajarên Rojava ya li ser qada navnetewî ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Kalnoky ku li gelek rojnameyên biyanî nûçegihaniya nûçeyên  derve kiriye diyar kir ku li Sûriyê li gorî berjewendiyên hemû aktoran tevger tê kirin û kurd ji Ewrûpa ne girîn in û DYA jî bi çavek biçûk li kurdan dinêre, Rûsya li gorî berjwendiyên Esad tevdigere û Rûsya jî bi pirsgirêka kurda di nav xwe de di nava nakokiyan de ye û Tirkiye dixwaze hebûna xwe zêde bike.    ‘ARMANCA TIRKIYEYÊ YA ESASÎ EW E KU HEBÛNA XWE ZÊDE BIKE’   Kalnoky da zanîn ku hemû hêzên li Sûriyê hebûna wan heye dji bo berjwendiyên xwe li wir in û armanca Tirkiyeyê ya esasî jî ew e ku li Sûriyeyê hebûna xwe zêde bike û bandora xwe zêde bike. Kalnoky derbarê bicihkirina 3 milyon penaberên li Tirkiyeyê ji axivî û got: “Divê mirov rastiya ku kurd kêm bibin û eeb zêde bibin li ber çavan bigire. Wê bi vî awayî demografiya herêmê biguherînin.”      ‘AMERÎKA Û EWRÛPA BI AWAYEK BANDOR LI DIJÎ TIRKIYÊ DERNAKEVE’   Kalnoky bandora hêzên navnetewî ya li ser operasyonê jî nirxand û got: “Kes Tirkiyeyê teşvîqî vî şerî nake. Lê Erdogan vê yekê hesab dike ku DYA û Yekîtiya Ewrûpayê bi awayek çalak dê li dijî vê rewşê dernekeve. Rûsya dizane ku kurd xweseriyê dixwazin lê vê yekê wek lawazkirina hêza Esad dinirxîne. Ev jî ji bo berjwendiyên Rûsyayê nîn in. Li Îranê jixwe pirsgirêkek cuda ya kurd heye. Tirkiye qet xweseriyê naxwaze. Yanî ji bo têkbirina DAIŞ’ê Amerîka hêz da Rojava. Lê bêyî kurdan qedandina DAIŞ’ê ne mimkin bû. Amerîka bi çavek biçûk li kurdan dinêre. Ewrûpa jî ji bo berjwendiyên xwe bi tundî dengê xwe ji Tirkiyê re dernaxe. Kurd ji bo Ewrûpa ne girîng in.    ‘NE DIYARE SIBEROJA SÛRIYÊ DÊ ÇAWA BIBE’   Kalnoky ji bo siberoja Sûriyê jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku dê li Sûriyê ji niha şûn ve çi bibe çi nebe ew zêde nizane û siberoj ango pêşbêniyên ji bo Sûriyê ne zelal in. Kalnoky destnîşan kir ku bandora operasyona li dijî Rojava ya li ser navnetewî nirxand û got “Heke axa kurdên Sûriyê bi ser axa Tirkiyê ve were berdan wê ji Tirkiyê re bibe stratejiyek bi talûke.”    MA / Sedat Yilmaz