Welatiyên Amedê: Tirkiye hebûna Kurdan qebûl nake 2019-10-10 10:06:59 AMED - Welatiyên Amedê, li dijî operasyona TSK'ê ya di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dest pê kirin, bertekên xwe anin ziman. Welatiyan diyar kirin ku Tirkiye hebûna Kurdan naxwaze û bi tunekirina Kurdan pirsgirêk çareser nabe.    Welatiyên Amedê li dijî operasyona TSK'ê ya di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê da destpêkirin, bertekên xwe anîn ziman.    Kazim Yayik ê 70’ê salî operasyona Tirkiyeyê li dijî Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "CHP'ê li meclîsê tezkere erê kir. Dema mijar dibe Kurd, her kes li dijî Kurdan dibin yek. Ez helwesta Emerikayê şermezar dikim. Em li dijî kuştina mirovan in. Bila her kes zanibe ku kes nikare Kurdan tune bike. Şer ne çareserî ye."    'HEMÛ ALEM LI DIJÎ OPERASYONÊ YE'    Mûharrem Ozcan ê 42 salî jî da zanîn ku dinya alem li dijî operasyona Tirkiyêye û wiha got: “Pirsgirêka Suriyê divê gelê Suriyeyê çareser bike. Ev ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Tirkiye kurdan qebûl nake. Ji ber şer Tirkiye di krîza aborî de ye. Çareserî ne bi şer, bi aştiyê pêş dikeve."    'HEQÊ WAN LI ROJAVA TUNE'   Welatî Hatun Gulen a 67 salî jî li dijî şer û operasyonê bertekên xwe anî ziman û got: “Em şer naxwazin. Heqê wan li Rojava tune." Welatiya 70 salî Ezo Balta jî li dijî operasyonê nerazibûn nîşan da û wiha axivî: “Em naxwazin dayik bigirîn. Her ku şer zêde dibe her tişt buha dibe. Em li ser nimêjê dua dikin ku xwedê şer rawestine."   'EM NE QURBAN IN'   Hemît Ozgun ê 64 salî jî diyar kir ku ew şer naxwazin û aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Biratiyê me qebûl nakin. Demokrasiyê qebûl nakin. Hemû rê li pêş me girtine. Em mecbûrin li berxwe bidin. Em ne qurbanin ku me serjê bikin. Emê heta dawî li berxwe bidin.”    'FAŞÎZMEKE RAST HEYE'   Welatî Yusuf Îloglû yê 20 salî jî da zanîn ku tu carî fêda şer ji mirovan re tune û wiha got: "Niha qeyrana aboriyê heye. Ketina şer dê krîza aborî bêtir kûr bike. Di binê şerê Rojava de faşîzm heye. Heta niha gelê Rojava gef li kesî nexwariye. Dema DAIŞ hebû qala ewlehiya sînor nedikirin. Lê niha YPG heye dibêjin ewlehiya sînor heye. Divê Kurd ji bo azadiyê pişta xwe nedin tu dewletan."    'ÇI KARÊ ME LI SÛRIYEYÊ HEYE'    Fetûlah Şenyîgît ê 40 salî jî diyar kir ku çi karê Tirkiyê di Suriyê de heye û wiha axivî: “Em Suriyê berdin li rewşa xwe binêrin. Li Sûriyeyê bombe dibarînin û her tiştî zem dikin."