Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Divê Efrîn neyê dubare kirin 2019-10-10 09:58:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku tekane rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê di diyalogê re derbas dibe û got: “Divê Efrîn neyê dubare kirin.”  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî herêmê bi hewayî û bejahî dewam dike de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku pirsgirêka Sûriyeyê dikare bi rêya diyalogê bê çareser kirin.    Rêveberiya Xweser, di daxuyaniya da de wiha got: “Tekane rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê di diyalogê re derbas dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tim bal kişandiye ser rêya diyalogê û her tim xwestiye  qenalên diyalogê pêş bixe. Ji bo qenalên diyalogê gelek hevdîtin bi Rûsyayê re kir. Rêveberiya Xweser nexşeriya çareseriyê pêşkêşî hemû aliyan kiriye û pir girînge ku ev bikeve meriyetê.”   Rêveberiya Xweser bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî yê Rusya Sergey Lavrov a li ser pêşxistina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyeyê de jî û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em vê daxuyaniyê erênî dibînin. Em hêvî dikin ku di vê mijarê de Rûsya piştgirî bide û rolê xwe yê garantor bilîze. Em weke rêveberiya xweser naxwazin pêkanînên li Efrînê bên dubare kirin. Li Efrînê gelên Sûriyeyê rastî êrîşan hatin û rast rast hatin hedefgirtin. Li ser vê bingehê, divê pratîka li Efrînê dubare nebe.”