Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye! 2019-06-13 09:08:36 WAN – Li Wanê îsal di meha Sibatê de polîsan 3 zarokên temenê wan di navbera 14-17 salan de binçav kiribûn û ew îşkencekiribûn. Di ser vê bûyerê re 4 meh derbas bûne lê belê hîn jî der barê berpirsiyaran de tiştek nehatiye kirin.  Di 15'ê Sibata îsal de li Taxa Hacibekir a navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan 3 zarok binçav kiribûn. Di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Şaxa Asayîşê hatibûn îşkencekirin. Piştî îfadeyê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) hatibûn berdan. Her sê zarokan bilêv kiribû ku di dema binçavkirinê de bi pehîn û qundaxên çekan li serê wan dabûn û bi kulamn li ser çavên wan û canê wan dabûn û serê wanx istibûn klozetê.  Şop û derbên lis er canên zarokan gotinên wan piştrast kiribûn. Lê belê di ser bûyerê re 4 meh derbas bûn hîna jî der barê berpirsiyaran de tiştek nehatiye kirin. Baroya Wanê, ji be rîxbar kiribû lê belê dîsa jî lêpirsîn nehat destpêkirin. Piştî parêzerên Baroya Wanê bûyer bi raya giştî re parve kiribûn, Midûriyeta Emniyatê ya Wanê parêzer hedef girtibûn û diyar kiribû ku ew ê giliyê parêzeran bike.  Zarokên hatibûn îşkencekirin, berê behsa tiştên hatibû serê wan kiribûn.    O.D. yç 17 salî gotibû: "Bi qundaxa çekê li pişta min dan. Bi postalan li nava min dan. Wexta min zetvkirin bi porê min girtin û bi kulman li nav çavê min dan. Min birin Qereqola Asayîşê ya Tûşbayê. Li wir jî bi şelmaqan li min dan. Serê min xistin klozetê û heqaret li min kirin."    'BI QUNDAXÊ LI MIN DAN'    Ş.Y. yç 16 salî jî gotibû: "berî bêm zevtkirin çek berdan û gaz avêtin. Wxta xwestin bsiekinim sekinîm. Min li erdê dirêj kirin û ji paş ve destên min kelemçekirin. Paşê bi pehîn û kulman li min dan. Dû re bi qundaxê li serê min dan. Bi kulman li nav çavê min û nava min dan. Me birin Qereqola Asayîşê ya Tûşbayê. Li wir xwestin tiştina ji me bibihîsin. Wexta min got hayê min ji tiştekî tune ye, bi şelmaqan li min dan. Heqaret kirin, xeber ji min re gotin."    'SERÊ MIN XISTIN KLOZETÊ'    O.S. yç 14 salî jî gotibû: "Ez li Taxa Haciekir dimînim. Ji bo biçim dikanê ji malê derketim. Piştî min hin tişt ji dikanê kirîn û derketiê, wesayîta polîsan li cem mins ekinî. Qet netirsiyam. 8 polîs jiw esayîtê daketin û ji paş ve destê min kelemçekirin. Min li erdê dirêj kirin û du polîsan bi qundaxa çekên xwe li min dan. Paşê min rakirin û 3 polîsan bi kulman li min da. Min li wesayîta polîsan siwar kirin. Di wesayîtê de jî polîsekî bi fîşeka di dest xwe de bi hêlla lis erê min da. Me birin qereqola li pişt AVM'ya Wanê. Li wir xwestin tiştina bêjim. Lê min got hayê min ji tiştekî tune ye û min nedîtiye. Li wir bi şelqaman li in dan. Xeberên pîs ji min re gotin û heqaret kirin. Heman heqaret di wesayîtê de jî kirin. Piştî bi şelmaqan li min dan min birin tuwaletê û serê min xistin klozetê."