Li Mûşê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn 2026-04-13 11:20:11 MÛŞ - Li devera Qerekela ya navçeya Kopê ya Mûşê ji ber barîna berfê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.    Mînîbusa rêwiyan a ji Agiriyê ber bi Mûşê ve diçû, li devera Qerekela ya li navçeya Kopê ya Mûşê ji ber berfê qeza kir. Li gorî agahiyan, di qezayê de 7 welatî birîndar bûn. Li cihê qezayê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Welatiyên birîndar, piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.