Li wargeha KYK’ê 28 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn 2026-04-13 10:43:20 ÎZMÎR - Li wargeha KYK’ê ya li navçeya Bucayê gelek xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. Ji xwendekaran 28 jê rakirin nexweşxaneyê.    Xwendekarên li Wargeha Xwendekarên Keç a Gazî Ayşe Hanimê ya girêdayî KYK’ê ya li navçeya Buca ya Îzmîrê dimînin, ji ber xwarinê jehrî bûn. Li wargehê xwendekarên zanîngehê dimînin û 28 xwendekar ji ber xwarina wargehê aciz bûn. Hat zanîn ku di van du rojên dawî de gelek xwendekar ji ber xwarinên wargehê vedireşiyan, serê wan dizivirî û laşê wan giran dibû.    Piştî bûyer bi Navenda Bangkirina Lezgîn a 112’ê hate parvekirin, komên tenduristiyê li wargehê hatin sewqkirin. Mudaxileya ewil li wargehê hate kirin û xwendekarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyan.    Piştî bûyerê li wargehê lêpirsîn hate destpêkirin. Xwendkarên wargehê jî li pêşiya wargehê çalakî li dar xistin û rêveberiya wargehê protesto kir û dirûşm berz kirin.