Li Şêxmeqsûdê bi ser mala de hate girtin 2026-04-12 14:56:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Taxa Şêxmeqsûdê bi ser malan de girt.    Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi ser malan de girt. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di dema serdegirtinên malan de hin kes hatine binçavkirin û di malan de lêgerîn hatiye kirin. Hat ragihandin ku ji ber van sepanan li taxê tirs û rageşî heye.    Xelkê taxê xwest ev sepan bi dawî bibin û hedefgirtina sivîlan şermezar kir.