Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 2026-03-22 15:36:00 KONYA - Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.    Kurdên li bajarê Konyayê dijîn, Cejna Newrozê li Qada Bazara Sêşemê ya li navçeya Selçûklûyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîroz kir. Di saetên serê sibehê de welatiyan berê xwe dan qadê. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Bernameya Newrozê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    ‘AGIRÊ NEWROZÊ BI BEDENA XWE MEZIN KIRIN’    Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di pîrozbahiyê de axivî û got ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola berxwedan û têkoşînê ye. Îrmez, anî ziman ku ew ê kesên dengê wan bilind kirî, agirê Newrozê bi bedena xwe mezintir kirin tu caran ji bîr nekin. Îrmez, wiha domand: “Ew, pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in. Em ê heta dawiyê bi serfirazî li ser pêya bin. Armanc û hedefên wan rê nîşan me didin û em ê bi ser kevin. Gelek zilm li gelê Kurd hate kirin û me gelek êş kişand. Ji bo li ser xaka xwe azad, birûmet û serkeftî bijîn me gelek li ber xwe da. Êdî em gihiştin qonaxekê û tehemûla me nemaye. Em dibêjin êdî bes e. Azadî, mafê gelê me ye. Gelên dinyayê çawa azad dijîn, em jî dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Sekreftin û azadiya gelê me nêz e.”    BANGA AZADIYÊ   Îrmez, îşaret bi pêvajoya li Tirkiyeyê kir û got ku divê dewlet îradeya çareseriyê nîşan bide, mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih bîne û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Îrmez, banga mezinkirina têkoşînê kir.    Piştî axaftinan, hunermend Îhsan Xelîkan û Koma Navenda Çanda Anatoliyayê derketin ser dikê. Welatiyan, li ber stranan bi coşeke mezin govend gerand.