Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê 2026-03-21 08:51:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.    Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl li Şamê ne, tev li çalakiyên vêxistina agirê Newrozê ya li taxa Zorava bûn.   Çavkaniyên diyar kir ku Waliyê Hesekê Nûreddîn Mehmûd û Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl wê li kêleka serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara û hejmarek rayedarên hikûmetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê ya li Şamê de amade bibin.