Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye 2026-03-19 12:26:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.  Ajansa Nûçeyan a Mizanê ku girêdayî daraza Îranê ye, da zanîn ku Mehdî Ghassemî, Saleh Mohammadî (19) û Saîd Davoudî ku bi hinceta tevlibûna protestoyên di 28’ê Kanûnê de dest pê kirin hatibûn binçavkirin, hatine darvekirin.    Her kesên behsa xeberê bi îdiayên “kuştina polîsan” û “sîxûrtiya Îsraîl û DYA’yê” li bajarên Tehran û Komê hatibûn binçavkirin û girtin. Ji bo her sê kesan jî biryara darvekirinê hate dayin, ev biryar tavilê hate erêkirin û her sê kes jî îro di danê sibehê de hatin darvekirin.    Hat zanîn ku Salih Muhammedî, di şampiyonaya binkefşanê ya navneteweyî de bûbû şampiyon.