Li Îdir, Qers û Semsûrê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-15 11:25:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.  Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên li Îdirê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne, cil û bergên Kurdî û herêmî li xwe kirin. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan govend gerandin û dirûşm berz kirin. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Îbrahîm Akin di pîrozbahiyê de axivin.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê jî tevî hewayê sar jî bi hatina gel re dest pê kir. Pîrozbahî, li Gara Trenê hat lidarxistin. Welatî, li ber muzîkê govendê gerandin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivîn.    Li Semsûrê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê ya bajar, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên Kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilî. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîl Celal Firat di pîrozbahiyê de axivîn. Piştre jî hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derketin ser dikê.