Ji meteorolojiyê hişyariya barînan 2026-03-15 09:15:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi koda zer hişyariya barînan kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewa ya 15’ê Adarê ragihand. Li gorî raporê, li bendê ne li herêmên Behra Spî û Behra Reş baranên zêde bibarin. Ji bo 19 bajarên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi koda zer hişyarî hate kirin.    Li bendê ye ku li bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin. Midûriyetê got ku dê li Çewlig, Bedlîs, Mûş, başûrê Wanê, Colemêrg û Şirnexê û derdora van bajaran şilope û li cihên bilind jî berf bibare.