ROJEVA 15'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-15 09:00:26   * Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan; her yek ji wan di Newrozekî de laşê xwe dan ber agir û li dijî zilm û zextê serî hildan. Agirê têkoşîna ku li dû xwe hiştin, roj bi roj geştir bû.   * Rojnameger Yucel Ozdemîr diyar kir ku DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe û rejîm neket û got: “Bala xwe da ser Kurdan, lê Kurd jî êdî wekî berê nîn in. Di encamê de heke guherînek di rejîmê de çênebe, Kurd çima xwe bixin xetereyê.”   *Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tendurustiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.   * Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku  ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.   * Li navçeyên Sûr, Bismil, Gêl, Erxenî û Şangûşê yên Amedê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00-20.00)    * Li navçeya Hezo ya Êlihê dê li Qada Newrozê pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. (11.00)   * Li Qada Otogarê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00) ZINDΠ   * Li Qers, Mûş, Îdir û Agiriyê dê Newroz bê pîrozkirin. (12.00-16.00) ZINDÎ   * Meclisa Ciwanan a HDK'ê ya Enqereyê dê bi beşdariya Veysî Aktaş panelê li dar bixe. (12.00)   * Li Aydinê dê Newroz bê pîrozkirin. (13.00)    * Li Taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê dê agirê Nerozê bê vêxistin. (13.00)   * Li navçeya Şîrînevler ya Stenbolê dê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî bê dayin. (14.00)   * Amedspor dê li sehaya xwe bi Manîsasporê re bilîze. (20.00)    * Li navçeyên Pendîk, Avcilar, Gazîosmanpaşa, Kartal û Esenlerê yê Stenbolê dê pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. (20.00. 21.00)    * Li Taxa Homurlu ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dê Newroz bê pîrozkirin. (20.00)