Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin 2025-12-21 16:23:16 EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirina cenazeyê rêveberê partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr de axivî û got: “Em ê ala têkoşîna te bilindtir bikin. Em ê teqez aştiyê bînin vî welatî.”    Ji rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, di çalakiya pêr a sendîkayên teqawidan de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Endamên partiyê û malbata Demîr, cenazeyê wî ji Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê girtin û birin Goristana Asrî ya Edeneyê. Cenazeyê Demîr, piştî wecîbeyên olî yên li goristanê birin gundê Kizildere yê navçeya Ceyhanê yê Edeneyê û li wir hate definkirin.    Di dema definkirina cenazeyê de girseyê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Hevrê yaşar nemir e” û “Soza me ya ji bo Yaşar aştî ye” berz kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirina cenazeyê de axivî û got: “Dîroka têkoşîna wî heta salên 80’an diçe. Ji binçavkirin, girtin, îşkenceyên derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê wî jî para xwe girt lê tu carn parşvegav neavêt.”    'TU CARAN XWE PAŞVE NEDA’   Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser têkiliyên Demîr ên bi mirovan re û got: “Dema dihat gotin ku cenaze û nexweşên me hene, tu caran xwe paşve neda. Diçû serdana hemû şînan. Hevrêyê me bi vê sekna xwe rê nîşanî me da.”    Tulay Hatîmogûllariyê got ku tevî Demîr di salên 2018’an de xebatên hilbijartinê meşandine û got: “Ne tenê li taxên Kurdan, her wiha li tevahiya Edeneyê têkiliyên wî yên pir xurt hebûn. Em bi hev re hema hema li tevahiya taxên Erebên Elewî geriyan. Mal nema ku em neçûn. Ne tenê derdorên rêxistinkirî, her wiha gelê Kurd û civaka Elewî jî xwedî li wî derket. Her mala em diçûnê bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin. Ev, nîşaneya şexsiyeta şoreşgerî ya rasteqîn e.”    'NEKARÎ ŞAHIDIYA PÊVAOYA AŞTIYÊ BIKE’   Tulay Hatîmogûllariyê got ku xemgîn e ku Demîr nekariye şahidiya pêvajoya aştiyê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Dilê me diêşe ku tu û gelek hevrêyên me bêyî ku vê pêvajoya aştiyê bibînin, wefat kirin. Xwezî we jî ew rojên ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk hatiye çareserkirin, Elewiyan mafê hemwelatiya wekhev bi dest xistî dîtibûya. Em soz didin hevrêyê xwe ku dê ala têkoşînê ya me re hiştî bilindtir bikin. Em ê teqez aştiyê bînin vê xakê. Em ê têkoşîna aştî û edaletê bi hev re mezin bikin. Bi xêr biçî hevrêyê min. Em, şoreşgerekî li Kizildereyê oxir dikin. Serê me tevan sax be.”    Hevjîna Yaşar Demîr, Asiye Demîrê jî got: “Jiyana xwe fedayî partiyê kiribû. Tu caran guh neda pereyî û hemû emrê xwe di nava têkoşîna çep û gelê xwe de derbas kir. Wekî xeyal dikir, nefesa xwe ya dawî jî li cihê ked didayê da.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Demîr.