Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin 2025-12-20 20:45:00 ŞIRNEX - Mamosteyê bi navê Serdal Os ê ku li Cizîrê gelek xwendekar tacîz kiribû, duh piştî ku hatibû binçavkirin rexmê delîlan hatibû berdan. Îro piştî delîlên nû careke din hate binçavkirin û hat girtin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, mamosteyê bi navê Serdal Os (49) ê ku li Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Selahattîn Eyûbî li gelek xwendekaran tacîza zayendî kiribû, duh ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Cizîrê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Lê piştî ku careke din hat binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Os, bi sûcê “îstismara zayendî” û “tacîza zayendî” hat girtin û şandin girtîgehê.   ÇI QEWIMÎ BÛ?     Derket holê ku kesê bi navê Serdal Os ê ku li dibistaneke amadehî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê mamostetiyê dike, gelek xwendekar tacîz kiriye.   Hat zanîn ku bûyer, piştî zarokên mexdûr di 18’ê Kanûnê de çûn emniyetê û giliyê Os kirin, derket holê. Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, îfadeyên zarokan bi giliyê “îstîsmara zayendî û tacîza zayendî” girt.    Me xwe gihand girteka îfadeyan. Di girtekan de tê dîtin ku heta niha 7 xwendekaran îfade dane û ji ber tacîz û îstîsmara zayendî giliyê Os kirine. Hat zanîn ku dibe hejmara xwendekarên mexdûr zêdetir bibe.    Xwendekarekî li emniyetê îfade da, qeyda deng a ji axaftina di navbera wê û Os de derbas dibe aşkera kir. Os, di axaftina xwe de li xwe mikûr tê ku kesên cuda jî îstîsmar kiriye.          Parêzerê Os îdia kir ku îfadeyên di dosyayê de "razber" in û ji ber ku delîl hatine komkirin, daxwaz kir ku muwekîlê wî bi şertê kontrola edlî were berdan.   Dadgeriyê di biryarê de diyar kiribû ku: "Her çend li gorî îfadeyên gumanbar, îfadeyên mexdûran, awayê pêkhatina bûyeran, girtekênên di dosyayê de û deşîfrasyona qeydên deng, delîlên ku gumanê li ser kirina sûc çêdikin hebin jî; rewşa delîlan û îxtimala guherîna wesfê sûc a di berjewendiya gumanbar de, kontrola edlî dê bes be."   Li gorî delîlên nû hatine bidestxistin, Os îro careke din hate binçavkirin û girtin.   Mufetîşên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve ji bo vê bûyerê hatine wezîfedarkirin, tespît kirin ku heta niha 23 zarok rastî îstismara zayendî hatine. Herwiha, Midurê Perwerdeya Cizîrê ragihand ku mamoste ji wezifeyê hatiye dûrxistin.