Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan 2025-12-10 10:42:27   AMED - Li Amedê ji danê sibehê ve mijeke zêde heye. Ji ber vê mesafeya dîtinê daketiye heya 10 metreyan. Ajovan û welatî ji ber vê zehmetiyê dikişînin.    Li Amedê ji danê sibehê ve mijeke zêde xwe li seranserê bajêr girtiye. Ji ber mijê, mesafeya dîtinê daketiye heya 10 metreyan. Ajovanên danê sibehê wesayîtên xwe xebitandin û welatiyên derketin derve, ji ber mijê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.